Serrûpel Dosya Kurd dê karibin bibin “hêka qabanê”?

Kurd dê karibin bibin “hêka qabanê”?

Belav bike

Helwêsta hedu blokan beramber prînsîpên azadiyê, mafên kemîneyên olî û netewyî, li gel hin ferqên pichûk, nêzîkî hev in.

Helwêsta herdu blokan li hember pirsa rewaya Kurdan ne diyar e, yan jî dijiminkar e.

Loma divê hêzên siyasîn Kurdan rewshê bash binirxîn in û helwêsta xwe diyar bikin… dibe ku ne tenê helwêstek hebe, lê gelek helwêst hebin. Divê hêzên kurdan rewshê analîz bikin… û li gor berjewendîyên xwe alîkariya vî blokî yan blokê din bikin… dibeku di pirsekê de Kurd alîkariya blokekî bikin, lê di pirseke din de alîkariya Blokê din bikin…

Kurd divê pragmatîk tevbigerin, sûdê ji nakokiyên di navbera Anqere, Tehran, Baxda û Shamê de bibînin. Îro fersendeke gelekî bash e, sibê di demeke nêzîk de, ev fersend namîne… dê Kurd gelek qelsbibin… divê Kurd bibin „hêka qabanê“… herdu blok jî hewceyî Kurda ne.. bi taybetî li Suriyê… Eger Kurd hinekî dûrkevin ji „hizbîtiya“ teng… dê bikaribin bi hev re karbikin…

Helbet bejewndîyên aborî jî di meslê de hene.. Ez dizanim ku bi hevrekarkirin ji bo Kurdan karê herî zehmet e, lê îro ev hevkarî gelek pêwîst e…

Bi baweriya min Kurd dikarin hevdu mezin bikin û dê li dawiyê hemî sûdê wergirin… herweha cîranên Kurdan yên „bêhêz“ wek Asurî-Suryanî-Kildanî, Ermenî … dikarin ji alîyê Kurdan ve werin parastin.

Ez bawernakim ku hêzên Kurdan guhbidin shîretên me… lê dîsan jî em mecbûr in bêjin, daku sibe ji me re nebêjin: „Chima hûn bê deng man?“

Min gelek cran gotiye û dîsan dixwezim bêjim… bila “dostên” Turkiyê dîsa ji min aciz bibin! Divê haya Kurdan herdem ji Siyaseta Turkiyê hebe, bi Turkiyê re bidin û bistînin lê chav vekirî bin… Dibeku nexweshiyeke min ya derûnî hebe û li ba min “Turkiyefobî” durust bibe… lê ez mecbûr im ya dilê xwe bêjim. Ji ber ku ez wisa difikirim… û naxwazim fikra xwe veshêrim Turkiya eger bixweze, dikare Kurdan hemî bike dostên xwe, lê heta roja îro vê yekê nake… sebebên vê yekê jî gelek in.

Dîsan pirsa xwe dubaredikim: Ka Kurd dê karibin di navbera bloka “Shîî” û ya “Sunnî” de bibin “hêka qabanê”?

20.12.2012