Serrûpel Magazîn Nizamettin Ariç klîpa Êşa Rojava amade kir

Nizamettin Ariç klîpa Êşa Rojava amade kir

Belav bike
Di vîdyoklîpê de ku hunermenda operayê Mizgîn Tahir ligel Nizamettin Ariç duet dike, behsa pirsa kurd li rojavayê Kurdistanê û êşa ku heta niha kişandine û dikişînin tê kirin.

Dîmenên klîpê li başûrê Kurdistanê, bakurê Kurdistanê û Ewropa hatine kişandin.

Helbesta Êşa Rojava ji aliyê helbestvan Nezîr Palo ve hatiye nivîsandin.

Nizamettin Ariç ji malpera AVESTA KURD re diyar kir ku vîdyo klîp berî sersalê ji bo gelê Kurd tê pêşkêşkirin.

Klîp wê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li medyayê were belavkirin.

AVESTA KURD