Serrûpel Nûçe Obama ji Barzanî çi xwest?

Obama ji Barzanî çi xwest?

Belav bike

Amerîka, ji têkiliyên di navbera Kurdistana Federel û Tirkiye de nerehet e. Ji ber vê jî Serokê Amerîkayê Barack Obama ji Serokê Kurdistana Federel Mesut Barzanî xwestiye ku bila têkiliyên Kurdistana Federel û Tirkiyê hêdî bibin. Bi taybet jî peymanên neftê yên di navbera Kurdistana Federel û Tirkiyê de Amerîka xistiye nav fikaran. Çimkî Amerîka difikire ku peymanên neftê yên di navbera Hewlêr û Enqereyê de hikumeta navendî a Iraqê her diçe nêzika Îranê dike. 
Li gorî nûçeya rojnameya Haberturkê ku ew jî xwe dispêre malpera bi navê “The Agende Global” nivîsa nivîskarê Îngiliz Patrick Seale. Di nûçeyê de tê gotin ku Rêvebiriya Kurdistana Federel ew daxwaziya Amerîkayê qebûl nekiriye. 
Di berdewamiya nûçeyê de tê îfadekirin ku, nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de her tim Amerîkayê li cem Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî cîh girtiye û vê jî Rêvebiriya Kurdistana Federel gellekî nerehet kiriye.