Serrûpel Nûçe Li Lîceyê şerekî dijwar diqewime

Li Lîceyê şerekî dijwar diqewime

Belav bike

Di roja dawîn a sala 2012 an de jî operasyonên artêşa Tirkiyê dewam kirin. Vê sibê li herêma ku di navbera navçeyên Amedê Lîce û Xanî û navçeya Çewlikê Qulpê de dimînin, artêşa Tirkiyê dest bi operasyonan kir. Operasyon hîn li wê herêmê dewam dikin. Li gorî agahiyan gellek ambulans şandine herêma ku operasyon dewam dikin. 
Li ser dijwarbûna şer û pevçûnên li herêmê, rêxistina BDP a Amedê heyetek şande herêma ku operasyon pêk tên. 
Helîkopterên wek Skorsky û Kobra jî destekê didine operasyona artêşa Tirkiyê. 
Ji aliyê din, di hin malper û televizyonên Tirk de hat îdiakirin ku, di operasyonê de 10 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.