Hukumet çi bike bila bike, heta pirsa kurd li gor daxwazên kurdan neyê çareserkirin, ev pirs ji holê ranabe.
Ji aliyê din ve bêguman kurd dizanin ku çi dixwazin. Li Bakurê Kurdistanê du tişt hene ku ew daxwzên kurdan in. Ji xwe ji bilî van herdu daxwazên kurdan ne projeyên dewletê û ne jî tiştên ku hinek aliyên kurd ku dixwazin, pirsa kurd li Bakur çareser nabe.