Serrûpel Nûçe “Di destên grupekê de kasetên Erdogan hene“

“Di destên grupekê de kasetên Erdogan hene“

Belav bike

Ji Serokê Daîreya Îstixbaratê yê berê Hanefî Avci îdiayek cidî û balkêş hat. Avci, bi parlementerê CHPê yê berê Ahmed Ersîn re gotiye ku, di destên  grubekî de kasetên Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û hin wezîrên hikumetê hene. 
Parlementerê Îzmirê yê berê Ersîn, li girtîgehê Hanefî Avci ziyaret kir. Ersîn di derbarê serdana xwe de wiha axifiye, “Avci ji min re got ku, di destên grubekî de kasetên Erdogan û yên hin wezîran hene. Lê negot ku ew gruba kî ne. Qala sazîbûneke di nav emniyetê de kir. Hikumeta AKPê bi vî awayî hewl da ku dewleta xwe a kûr avabike.” 
Hanefî Avci, pişt ku pirtûka bi navê “Sîmonên Ku Li Halîcê Dijîn – Halîçte Yaşayan Sîmonlar” derxist hatibû girtin.