Serrûpel Nûçe “Tu ji Kurdistanê derkeve ev der welatê me ye“

“Tu ji Kurdistanê derkeve ev der welatê me ye“

Belav bike
Serokê Konseya Rêvebir a KCKê Mûrad Karayilan, bersiv da daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ku gotibû, “PKK’yiyên ku çekan berdin karin biçine welatên din.” Karayilan di peyama xwe a sala nû de bersiva Erdogan wiha da: “Erdogan dibêje ku, hûn ê an Tirkîtiyê qebûl bikin û bibine yek mîlet an jî di kuderê de diçin, biçin. Ez jî dibêjim ku çi karê we heye li welatê me. Vira Kurdistan e, welatê me ye. Asil hûn ji welatê me biçin. Bila Erdogan bizanibe ku em Kurdistanî ne. Em ji welatê xwe pirr hez dikin. Me ji bo welatê xwe pirr berdêl dan. Heta ku li ser gelê me fişareya çekan û siyaseta tinekirinê hebe, berxwedan jî wê dewam bike. Bila herkes vê baş bizanibe.”  
Karayilan, li ser mijara reşkirina PKKê a ku ev rojên dawiyê zêdetir di çapemeniya Tirk de cîh digre sekinî û wiha rûdan nirxand: “Em niha gellekî xurt in. Di têkoşîna xwe de em gavên şûnda navêjin. Ancax, ku gelê Kurd nas bikin, rastiyê bibînin û ji siyaseta xwe a şaş vegerin û dev ji siyaseta dagirkeriyê berdin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd em ji rêya diyalog û mizakereyan re vekirîne.”   

AVESTA KURD