Serrûpel Nûçe Zimanê kurdî hebûna milletê me ye!

Zimanê kurdî hebûna milletê me ye!

Belav bike

 

Ev daxuyanî û helwesta wezîrê perwerdeyê, nîşana berdewamiya siyaseta kevnare ya dewleta Tirk e ku li ser hîmê înkar, asîmlasyon û jiholêrakirina miletê Kurd û zimanê wî hatiye ava kirin. Heta ji destên karbidestên vê dewletê hat, hebûna miletê Kurd û zimanê wî înkar kirin û xwestin di nav berdên aşê asîmlasyonê de hûrhûr bikin û ji holê rakin. Lê teva hemû hewldan, zilm û zordariya dewletê jî, gava di vê armanca xwe de bi ser neketin; niha jî dixwazin bi awayên cihê miletê Kurd ji hevdu perçe bikin û fesadiyeke din gûr bikin. Ji xwe ev siyaseta dewletên kolonyalîst ya ku “perçe bike û îdare bike” ji bo milletê Kurd ne tiştekî nû ye!

 

Li gor agahdariyên ku gihaştine me, ev kesên  ku wezîrê perwerdeyê referens nîşan dide, nîjadperestên kevn in ku bi navê “ulkuciyan” tên nas kirin.  Ew niha jî li Universîteya Çewlîgê bi navê “akemîsyentiyê”, dixwazin di warê zaravayên kurdî de, fitne û fesadiyê geş bikin û qaşo bêtifaqiyê û cihêtiyê têxin nav kurdên kurmancîaxêv û dimilîaxêv.

 

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd careka din diyar dikin ku, kurdên dimilî, beşekî civaka milletê Kurd e. Dimilkî (kirdkî) jî yek ji zaravayên zimanê kurdî ye û tu hêz nikare vê rastiyê berovajî bike.

 

Di dîroka serhildanên milletê Kurd yên ji bo bidestxistina mafên xwe yên neteweyî de, kurdên dimilî (zaza) roleke gelekî taybetî lîstine. Ew mejiyên ku xwe ji ruhê kolonyalîstî û nîjadperestîyê rizgar nekirine, bila ji kerema xwe re dîsa li rûpelên dîrokê binerin û di serhildanên Koçgirî, Pîran û Dersimê de wan qahremanên kurdên dimilî bînin ber çavên xwe!

 

Em vê helwesta wezîrê perwede ya dewleta Tirkiyeyê bi tundî şermezar dikin û herweha em bi awakî giştî gazî milletê Kurd û bi taybetî jî gazî akademîsyen, nivîskar, mamoste, rewşenbîr û siyasetmedarên  kurdan dikin ku li hemberî, vê siyaseta kolonyalîst û kone bi ruhekî neteweperwerî rawestin.

 

Zimanê kurdî, hebûna miletê Kurd e. Milletê kurd ne xwediyê mejiyekî teng û yekrengî ye. Em civateke pirrengîn in û vê yekê weke dewlemendiyek xwezayî dizanin. Mafê kesekî tuneye ku di vî warî de devdirêjiyê bike û neheqiyê li milletê Kurd û zimanê kurdî bike. Loma jî divê Wezîr Ömer Dinçer weke camêran vê şaşî û neheqiya xwe bibîne û van gotinên xwe paş de bigre!

 

Bi vê wesîleyê jî em dixwazin dîsa bînin bîra hukûmeta îro û wezîrê perwerdeyê ku weke her milletî û zarokên her milletî, mafê milletê kurd û zarokên kurdan jî heye ku bi zimanê dayika xwe û bi zaravên xwe perwerde bibin û vî mafên meşrû û însanî di her warên jiyanê de bi kar bîne û pêş de bibe!

 

 

29ê  kanûna 2012

 

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê