Serrûpel Nûçe Xizrî daxwaze kujerên Kolberên Kurd bin cezakirin

Xizrî daxwaze kujerên Kolberên Kurd bin cezakirin

Belav bike

Gefxwarina Resûl Xizrî ji alîyê “Cewad Cehangîr Zade” û bi awayekî nivîskî bi wezîrê navxwe ê Îranê hat ragihandin. Di nameyê de ku li Parlementoya Komara Îslamî a Îranê hate xwendin, Resûl Xizrî xwezyarê cezakirina hêzên Întzamî ên Komara Îslamî a Îranê bû, ku wek qatilên sereke ên Kolberên bajarê Serdeşt û Pîranşehr û hemû navçeyên Kurdistana Îranê têne hesibandin.

Berê jî Osman Ehemdî Parlementarê bajarê Mihabadê di Meclîsa Îranê de behsa kuştin û birîndarkirina kasibkarên Kurd kiribû û nerazîbûna xwe anîbû ziman û sedema sereke a wî karî belengazî û bêderfetiya xelkê Kurdistanê dabû zanîn. (Ajansa Kurdpa)