Serrûpel Nûçe Çend kes û şîrketên Tirkiyê li Kurdistanê ne?

Çend kes û şîrketên Tirkiyê li Kurdistanê ne?

Belav bike
Berpirsiyarekî bazirganî di hikûmeta Kurdistanê de diyar kir ku bazara di navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyê de digihê 10-12 mîlyar dolar.

Her wiha wezareta hindir ya Kurdistanê got, li herêma Kurdistanê 31 hezar hemwelatiyên Tirkiyê dimînin, di nava wan de Kurd û Tirk hene.

Her wiha 1100 kompaniyên Tirkiyê û bakurê Kurdistanê li başûr kar dikin, piraniya wan li Hewlêrê ne.

Niha hinek kompanyayên Tirkiyê dest pê kirine li başûrê Kurdistanê neftê derxînin.