Serrûpel Nûçe Şanogerê Tirk: Navê wê herêmê Kurdistan e

Şanogerê Tirk: Navê wê herêmê Kurdistan e

Belav bike
Şanogerê navdar Cezmî Baskin, beşdarî bernameya CNNTurkê, a ku rojnamevan Enver Aysever pêşkêş dikir bû û tiştên balkêş gotin. Baskin diyar kir ku neheqî li Kurdan tê kirin û ew Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan samîmî nabîne; “Serokwezîr bona ku dengên xwe zêde bike nêzika pirsgirêka Kurd dibe. Ji bo vê jî ez wî samîmî nabînim û piştgiriyê nadime wî. Ger tiştên ku dibêje pêk werin, fişareya li ser Kurdan wê rabe, ma li Kurdistanê ramedan
wê zêde bibin? Çima ku ez dibêjim Kurdistan, ev gotina min dîsa dibe pirsgirêk. Navê wê hermê Kurdistan e. Pêwiste em xwe li wan tabûyan rizgar bikin.”
Şanoger Baskin diyar kir ku pêwiste li Tirkiyê her gel bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibîne.