Serrûpel Nûçe Bîlançoya 10 rojên sala 2013

Bîlançoya 10 rojên sala 2013

Belav bike
Sala 2013, wek sala par ji bo gelê Kurd bêxêr destpêkir. Kurdan sala par, bi Komkujiya Roboskiyê pêşwazî kirin. Îsal jî Kurdan xwe bi 10 kuştina gerîlayan, ku li Lîcê hatin kuştin, xwe di nav sala nû de dîtin. Bîlançoya 10 rojên destpêka sala nû mirov dixe nav xofê.
Bîlançoya 10 rojên sala 2013
Şeva serê sala nû artêşa Tirkiyê li Lîceyê operasyonek lidarxist. Di encama operasyonê de 10 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan. Hat îdiakirin ku artêşa Tirkiyê di vê operasyonê de çekên kîmyewî bikaranîne.
Di 7ê Rêbendanê de li Çelê di navbera hêzên dewleta Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derket. Di encama vî şerî de, li gorî ragihandina PKKê 8 gerîla, li gorî ragihandina çapemeniya Tirkiyê 14 gerîla jiyana xwe ji dest dan. Dîsa PKK ragihand ku 5 gerîla jî wenda ne, agahî ji wan nayê girtin.
9ê Rêbendanê jî li Parîsê qetlîama li dijî sê jinên Kurd pêk hat. Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ji aliyê hêzên tarî ve hatin qetilkirin.
Dîsa di nav 10 rojên destpêka sala nû de, operasyonên girtin û binçavkirinê jî qet ranewestiyan. Heta niha nêzika 100 kes hatin binçavkirin. Îro li Meletiyê 15 kesên din hatin binçavkirin.