Serrûpel Nûçe Samanyolu Tv bi kuştina 3 jinên Kurd kêfxweş e

Samanyolu Tv bi kuştina 3 jinên Kurd kêfxweş e

Belav bike

Televizyona cemaata Gulen a bi navê Samanyolu, li ser hesabê twittera xwe a fermî, li hemberî, li Parîsê qetilkirina sê jinên Kurd, kêfxweşiya xwe bi şopînerên xwe re parve kir û ji wan xwest ku tevlî vê kêfxweşiyê bibin.
Samanyolu Tv.yê, bi rêya twitterê ev peyama nivîsandiye: “Kî ne yên ku dibêjin her bajarekî Anatolyayê li Parîsê xweştir e? Bi kerema xwe RT (retweet) bikin. Niha Parîs xweştir e.”
Li ser ev peyama Samanyolu Tv.yê gellek kesan bertek nîşan daye û kanalê li hemberî bertekan, ev peyama xwe jêbir kiriye.