Serkêşê ‘cemaata Gulen’ di malpera cemaatê de ‘Herkul’ de dîmenekê wî hate weşandin. Di peyama dîmenî Fethûllah Gulen piştgirî da hevdîtinên li Îmraliyê di navbera Serokê PKK’ê yê girtî Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de pêk tê. Gulen di çarçoveya ayeteke Quranê de got ku ‘Xêr di aştî, peyman û lihevhatinê de ye’.
Gulen, derbirî ku divê li kîjan astê dibe bibe, hewla pêkanîna aştiya giştî bê dayîn û bê îspatkirin ku jiyana pêkve mumkin e. Di vî warî de Gulen wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Bo nimûne, li Tirkiyeyê hûn aştiyeke giştî hewl didin di çi warî de pêk bînin? Divê bê îspatkirin ku bawermend, xwedênenas û ferasetên cûda jî dikarin bi hev re bijîn. Pêwîst e di vê çarçoveyê de stratejî bên danîn. Lê belê îro roj mesele zêdetir li derveyî van tiştana diqewimin. Bo nimûne, Alewî û Sunî, bo nimûne Kurd, Tirk, Laz, Çerkes… Ya bingehîn divê niha di navbera vana de aştiyekê bê dozîn. Ji bo peydakirina vê aştiyê, divê çi ji dest tê bê kirin.”
Serokê ‘cemaata Gulen’ a ku ne tenê cemateke dînî ya saf e di heman demê de di warê perwerde û aboriyê de xwedî organîzasyoneke mezin e, dîsa qala hesasiyetên ‘pênasenekirî’ kir û wiha pê de çû: “Bi şertê ku serfiraziya neteweyî, rûmeta neteweyî neyê binpêkirin û rêz li van tiştan bê girtin, -li gorî min- dikare dest jî bên maçkirin, bejn jî li ber pêyan bên tewandin. Ji bo di navbera tevgera Îslamî û tevgera neteweyî de aramî pêk bê, dikare her derd û kul bê kişandin. Xêr di aştiyê de ye, aştî her tim xêr e.”
Gulen ê ku derdora 14 sal e li Philadelphia’ya eyaleta Pensîlvanyaya Amerîkayê dijî destnîşan kir ku ji ber wan nikaribûye aştiyê, feraseta aştiyê pêk bîne rastî ewqas pirsgirêkan tên. Gulen, der heqê polîtîkayên dewletê yên stemkarî û asîmîlasyonê de mikur hat û wiha axivî: “Me got bila her kes bibe wekî me. Me di feraset û şêwazan me rê neda serbestiyê. Me got, divê her kes li pey me be û wekî me be. Me bela xwe însanên li ser rêya xwe bûn dan. Me ji wan re got ku ger hûn xwe ligel me biguncînin, hûn bibin wekî me, em ê êdî belaya xwe li we nedin.” (rûdaw)
Fethûllah Gulen pêşdir jî daxwaz ji artêşa Tirkiyeyê kiribû ku ger pêwîst bike ne 5 hezar dikare 50 hezar Kurd jî bên kuştin. Her wiha dîmenên Gulen ên Kurdên Dêrsîmê û baweriya wan reş dike û Dêrsîmiyan wekî dujmin dide nîşandan jî hene.