Serrûpel Nûçe Pêşangeha “Rengên Ji Amûdê” li Beyrûtê vekir

Pêşangeha “Rengên Ji Amûdê” li Beyrûtê vekir

Belav bike
 

 

Ew bêhtir ji şêweyê rastîbîn û reyalîst hez dike, lê belê carcaran ew şêweyê razber û asbtrakt jî bi kar tîne. Her wiha rengên asan û hezkirî ne.

Bi vê paşxanê, şêwekarê kurd yê ji bajar Amûdê, Mistefa Osê, berê xwe da navçeya Hemra’yê ya navdar li Beyrûtê, daku li hola kopmaniyeke berîtanî ya dîzayn û reklaman, pêşnageha xwe ya yekem li Libnanê, bi navnîşana “Rengên Ji Amûdê” li wir dirust bike û şaristaniya welatê xwe bi xelkên libnanî re, parve bike.

Li ser hindê Osê ji Avestayê re, ku ew jî li wir amade bû ragihand, ku wî ev navnîşan û şêwe hilbijart, ji ber ku ew evîndarê Amûdê ye. Ji deverên kurdan hez dike, û dixwaze dengê kurdan bigihêjîne her kesî. Her kes kurdan nas bike, kultur û çanda wan bibîne. Her wisa bizane ew çawa dijîn, êş û derdên wan çi ne, çiqas sitemkarî li wan hatiye kirin û mafê wan hatiye xwarin. Nexasim ku li gora wî Libnanê navendeke çandî giring e li Rojhilata Navîn.

 

Pêşangeh Osê ji bilî gelek dostên wî yên hunermend û nivîskar, û xelkên kurd û libnanî ve hat şopnadin, û bû cihê kêfxweşiya her kesî, nexasim yên libnanî ku pir ji tabloyan hez kirin û çanda kurdî weku çandeke balkêş û cuda bi nav kirin.

 

Salar Malla – Beyrût