Serrûpel Berhemên Nû Yekbûnê albumek ji bo zarokan derxist

Yekbûnê albumek ji bo zarokan derxist

Belav bike
Hunermend nêzîkî sê salin xebata xwe ya muzîkê li Almanya berdewam dike.

Pêşniyara  albûma zaroka ji birayê xwe Azad Civak stendiye. 

Ji bo kû zarok bi her awayî muzîkê nas bikin gelek cûre ceribandine û ev berhem jî ji bo keça xwe Dilba û hemmî zarokên kurda diyarî kiriye. 

Sazkirin û derhêneriya vê albûmê,  bi xwe çêkiriye û  albûm bi 10 trackan pêk tê.  

Gotinên strana Mustafa Cizîrî, muzîk, sazkirin û strandin, hunermend Yekbûn çêkiriye.

Albûm %90 li Duhokê û %10 jî li Stenbolê  hatiye tomarkirin. 

Mijara vê albûmê naskirina Heywana ye û bi têkiliya Pedegogan bi babetekî hessas hatiye amade kirin. 

Albûm bi etîketa Dilba Production hate çêkirin û niha tenê bi riya înternetê tê firotin. 

Hunermend Yekbûn li gor derfeta xwe wê hinek berhemê din ji bo zarokan amade bike. 

Hunermend dibêje; Mixabin zarokên kurda pirsgrêkên perwerde, tendurustî û birçîbûn ê rûberû ne. Tevî hemû astengiyan, porên xwe yên gijokî û bi çavên xwe yên birîqon kî hewl didin xwe nêzî xweşî û başiyê bikin. Hêviya xwe tu carî winda nakin û li himberî jiyanê bi hêzek bêhempa têdikoşin. 

Heya niha mixabin di nav xebata muzîka kurdî de ji bo zarokan, zêde berhem nehatiye çêkirin. Lê zarokên kurda jî mafdarin ku bi zimanê zikmakî, li stranên zaroka  guhdarbikin û bi van stranan şabibin. Min xwest bi vê berhemê, di warê muzîka zarokan ya bi kurdî li vê valabûnê li gor derfeta xwe tije bikim. Hêvî dikim ne tenê zarok, dê û bav û mezin jî, ji vê berhemê gellekî hez bikin û her carê kêfxweşiya zarokekî bijîn. 





LINK

http://www.musicload.de/yekbun/zarok/musik/album/15105397_2

https://itunes.apple.com/album/zarok/id590385879?l=ja&v0=9989&ign-mpt=uo%3D1

http://www.amazon.com/Zarok/dp/B00AV5TK64/ref=sr_shvl_album_1?ie=UTF8&qid=1358157266&sr=301-1

http://www.musicload.at/yekbun-sincar/hespamin/musik/single/15105398_4