Serrûpel Nûçe Bîrand gran nexweş e

Bîrand gran nexweş e

Belav bike

Mehmet Alî Bîrand vê sibê rakirine nexweşxanê û ew girtine beşa lêhûrbûnê. Nivîskar û rojnamevanê navdar Bîrand, li Stenbolê li Nexweşxaneya Amerîkan tê dermankirin.
Hat ragihandin ku, stenta kêseya ziravê a ku sala par di meha adarê de pê ve kiribûn hatiye guherandin. 
Derhênerê weşana nûçeyan a Kanal D’yê Bîrand, di çapemeniya civakî de, bi awakî lezgîn û berfireh bi nexweşiya xwe cîh girt. Li ser vê televizyona Kanal D daxuyaniyek belav kir. Kanalê li ser hesabê twittera xwe ev daxuyaniya da: “Serokê Koma Nûçeyan yê Kanal D Mehmed Alî Bîrand, bona ku stenta kêseya zirav bê guherandin rakirine nexweşxaneyê. Em ji wî re şîfayê dixwazin.”