Barzanî got rola polîsan di parastina mal, jiyan û asayîşa hemwelatiyan de gelekî girîng û roleke pîroz e.
Serokwezîr got “divê hûn dînamîzma guhertinê bin, hûn li hember ezmûn û xelkê Kurdistanê berpirsiyar in, divê hûn ji bo başkirinê bibin dînamoya guhertinê…”
Nêçîrvan Barzanî her wiha behsa parastin û rêzgirtina mafê mirovan jî kir û got, heta hûn dikarin çaksaz bin azadî û mafê mirovan biparêzin…
Serokwezîrê Kurdistanê bi ferehî li ser rol û erka polîsan axifî û ji wan xwest ku hişyar bin û cudahiyê nexin navbera hemwelatiyan û bi islubekî baş bi milet re bidin û bistînin.
Di axaftina xwe de Barzanî bal kişande ser yasayê û got Yasa nexşerêya her civakeke saxlem û serkeftî ye ji ber vê yekê divê bi her awahî û her demê yasa were parastin û pêk were.
Barzanî di merasîmê de dîploma li polîsên derçûyî belav kir.
Di dawiya xaftina xwe de Barzanî rojbûna pêxember Mohamed pîroz kir.
AVESTA KURD