Serrûpel Nûçe Deriyê sînorî yê Pêşabûr dibe navnetewî

Deriyê sînorî yê Pêşabûr dibe navnetewî

Belav bike

Berpirsê deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Şewket Berbiharî ji Rûdawê re got ku heta niha deriyê Pêşabûrê bi fermî nebûye navdewletî lê ew amadekariyê dikin ku ev derî di demek nêzîk de bibe navdewletî.

Berdevkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî jî ji Rûdawê re ragihand ku ji bo ku deriyê Pêşxabûr bibe deriyê navdewletî divê Bexda û Şam razî bibin lê heta niha tiştekî wiha nehatiye gotin.

Dizeyî diyar kir ku di rewşa niha de ew bawer nake ku her du hikûmetên Iraq û Sûriyê li ser vê yekê razî bibin.