Berpirsê ragihandina kempa Domîz, Salim Seîd ji Rûdawê re got ku 1000 xanî dê ji bo penaberên rojavayê Kurdistanê yên li kempa Domîz bê çêkirin.
Seîd diyar kir ku xaniyên han ji jûreke razanê, pêşwazî, serşok û wc pêk tê û da zanîn ku av û elektrîk jî ji wan re bê kişandin.
Li gorî Salim Seîd, beriya niha jî hezar û 80 xanî hatibû çêkirin ku bi giştî dibe 2 hezar û 80 xanî.
Berpirsê ragihandina kempa Domîz ragihand ku niha li kempê 57 hezar kes hene ku ji 6 hezar malbat pêk tên.