Roja yekşemiyê di seetên êvarê de, li bajarê Şirnexê, ji ber barîna barana zêde hezaz qewimî. Di ser kesên ku li qada xalîçeyê bi gogê dilîstin de, dîwarê îstînatê (spartek) hilweşiya û gellek kes di bin dîwêr de man. Xebatên rizgarkirinê bênavber heta vê sibê dewam kirin û heta niha di bin xopanê de cesedên 6 hemwelatiyan hatin derxistin. Di bin xopanê de ji cesedê kesekî din digerên lê hîn encam nehatiye girtin.
Di hezaza ku li Şirnexê pêk hat de 3 hemwelatî jî brîndar bûbûn û dermankirina wan li nexweşxanê dewam dike.