Serrûpel Nûçe Melayê ku wênegirtin heram kir hat kuştin

Melayê ku wênegirtin heram kir hat kuştin

Belav bike

Di vê derbarê de çavkaniyekê ji asayişa Kerkûkê ji Basnewsê re got: ‘’Şevê din dema hersê mela ji qezaya Çemçemal ber bi Kerkûkê tên, dikevin ber êrîşa hinek çekdarên nenas û di encam de Mela Remezan Şukir canê xwe ji dest dide.’’

Heman çavkaniyê da zanîn ku hersê mela di nav otomobîlekê de bûn û wiha axifî: ‘’Dema ji Çemçemal ber bi Kerkûkê tên li nêzîkê Çîmen teqe li wan tê kirin, êdî yekser Mela Remezan canê xwe ji dest dide û herdukên din jî birîndar dibin.’’

Mela Remezan pêşnimêj û gotarxwênê Mizgefta Şafîî ya taxa Rizgarî ya Kerkûkê bû. Herdu melayên din jî bi navên Saman Cum’a û Malik Rifêt yek îmamê Mizgefta Bextiyarî ya taxa Şorîce û yê din melayê Mizgefta Sefa ya taxa Raperîn bû.

Mela Remezan, di dîmenekî vîdyoyî de ku li ser malpera Youtube û malperên taybetî yên Facebookê hatibû belavkirin, wênegirtin heram kiribû û wênegir jî wek mel’un bi nav kiribûn. Derbarê vî dîmenê vîdyoyî de rojnameya Basê jî doh raportek belav kiribû û heman rapor di Basnewsê de jî hat weşandin. BAS-news