Serrûpel Nûçe Sîstanî balyozê Tirk qebûl nekir

Sîstanî balyozê Tirk qebûl nekir

Belav bike

Qeyrana di navbera Iraq û Tirkiyê de careke din derkete holê. Ayetullah Sîstanî, ku li Iraqê otorîteyê olî yê herî bandordar e, hevdîtina balyozê Bexdayê yê Tirkiyê Yunus Demirer red kir.
Li gorî ragihandina televîzyona el-Meyadin a ku li Libnanê weşanê dike, Ayetullah Sîstanî, nexwestiye bi balyozê Bexdayê yê Tirkiyê Yunus Demîrer re were cem hev û bê hincet hevdîtin qebûl nekiriye.
Hikumeta Iraqê di derheqê Cîgirê Serokomarê Iraqê yê berê Tarik Haşîmî de biryara girtinê derxistibû lê Haşîmîyê ku xwe spartubû Tirkiyê, ji aliyê Tirkiyê ve hatibû parastin û vê jî di navbera her du dewletan de qeyran derxistibû. Dîsa di daxuyaniyeke xwe de, li ser bûyerên Felluceyê, Serokomarê Iraqê Nurî Malîkî diyar kiribû ku, hin dewletên cîran têkilî karên navxweyî yên Iraqê dibin û bi vê jî Tirkiyê îşaret kiribû.