Nûçeyên ku her roj di çapemeniya Tirkiyê de zêdetir cih digrin, nûçeyên “gerîlayên HPGê ji Kurdistana Bakur vedikişe”, ji aliyê Serokatiya Konseya Rêvebir a KCKê ve hate derewandin. Di derbarê mijarê de KCKê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya xwe de KCK, nûçeyên ku di çapemeniyê de derdikevin, parçekî şerê derûnî dihesibîne, “ev nûçeyana faaliyeteke ku bi zanebûn tê kirin yên manîpulatîf in û parçekî şerê psîkolojîk in.”
KCKê, di derbarê îdiayên hevdîtinên li Hewlêrê de jî daxuyandiye ku, tevgera Kurd, ne li Hewlêrê û ne jî li dereke din ti hevdîtin nekirine.
Di berdewamiya daxuyaniya KCKê de, tê xwestin ku qetlîama li Parîse bê ronîkirin. KCK, “ji bo ku pêvajo bipêşkeve, pêwîstî bi ronîkirina qetlîama li Parîsê heye. Ger hikumeta AKPê samîmiye, bila berê her tiştî derxîne holê, kê, bi çi armancê ev qetlîama kiriye.”
KCK, piştgiriyê dide hevdîtinên di navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û dewleta Tirkiyê jî û dubare dike ku, “tevgera me û gelê me piştgiriya xwe bi Ocalan re eşkere kirine.”