Lê nikaribûn ew teslîm bikirana. Ji ber cesareta wê, heta bi milîtanên tirk ên çep û femînîst ên ku bi deh salan di zindanên tirkî yên wê demê de riziyan rêza wê digirtin.
Dewleta tirkî 3500 gundên kurdan vala kirin û wêran kirin.
Li hemberî rejimeke ewinde wehșî û heqaret lê kiribû, her awayê îfadekirina nasnameya wê qedexe kiribû dikaribû çi bikira? Keçeke ciwan ku di civateke demokratîk de dikaribû bibûna mamoste yan parêzer, bi vî awayî bû berxwedêr. Dewleta tirkî 3500 gundên kurdan vala kir û hilweșand, ji du milyonan zêdetir kurd ji șûn û warên wan kir û bi hezaran ronakbîr dan kuștin.
Lê Enqera dîsa jî weke modeleke demokratîk hate hesibandin ji ber ku ew endamê NATOyê ye, lê kurdên ku li hemberî wêrankariya wan di ber xwe dan, heta li Fransayê jî weke terorîst miamele dîtin.
PKKya ku weke encama șideta dewletê û îdeolojiya marksîst-lenînist a salên 1960ê derket holê, ber bi miletperweriyê ve guherî û dawiyê dev ji armanca xwe ya Kurdistaneke serbixwe jî berda, qîma xwe bi daxwaza mafên çandî di çarçoveya Tirkiyeyeke desantralize û demokratîk de anî.
Tirkiye bixwe jî guherî: ew êdî ne di bin tesîra leșkerên kokbir ên salên 1980-1990ê de ye. Piştî ku hemî teknîkên li dijî serhildanê ceribandin, hemî metodên asîmîlasyona bizorê li dijî Kurdan bikar anî, piștî çibigre sîh sal şerê ku bû sedema 45 000 kuştî -ku ji % 90ê wan kurd in- û ku aboriya Kurdistanê ya zirîet û heywanxwedîkirinê ku ji budceya tirkî re bi 400 milyar dolarî (297 milyar euro) bû mal têk da, têgihîșt ku çareseriya leșkerî ya pirsa ji 18 heta 20 milyon Kurdên Tirkiyê tuneye.
Di encamê de xwe mecbûr dît ku bi serokê PKKê re hevdîtinan pêk bîne ji bo dawiyê li șerî bîne û pirsa kurdî ya bisitrî ku nêzîkî sed salî ye jiyana siyasî û têkiliyên navneteweyî yên Tirkiyeyê xistiye bin îpotekê di atmosfereke hêmin de minaqeșe bike û jê re heleke adîlane bibîne. Ev pêvajoya nazik û pêșeroja wê nediyar, dîsa jî hêviyê dide gelê tirk û kurd ên ku ji șerî bêzar bûne.
Tesfiyekirina doza kurdî ji aliyê serokê wan ê zindakirî ve
Her wiha ev pêvajo di dilê nijadperestên tirk, û hin derdorên leșkerî de dijminantiyeke xedar peyda dike. Heta di nava PKKê de jî, deng bilind dibin ku “tesfiyekirina doza kurdî” ji alî serokê wan ê zindankirî ve rexne bikin. Îran û Sûriye jî zendûbendan badidin destê xwe bixin nav vê pêvajoya aștiyê ku, heke seriyek jê derkeve û giraniya herêmî ya rikeber û dijminê wan ê tirk bihêztir bike.
Berî niha bi deh salan, teșebusa çareseriyeke aștiyana ya ji aliyê serokê mêrxas ê tirk, Turgut Ozal (1927-1993) ve dest pê kir, bi awayekî trajîk dawî lê hat. Li gor gelek șadetiyan, ya malbata Turgut Ozal jî di nav de, teyrebazên artêșê serokê dewletê jahrdayî kirine.
Kêmkirina rolê siyasî yê artêșê û mêrxasiya derxistina hemberî mahkemê ya generalên têkiliya wan bi șebeka Ergenekonê, hemtaya tirk a șebekeya ixbarê ya li dijî komunîstan Gladio re hebû bû nesîbê Hikûmeta Erdogan. Wî her wiha têkiliyên xwe bi Kurdistana Iraqê, ku jêrzemîna wê ji petrol û gazê bi dev re ye û ew çend jî dilê aboriya tirkî dibijiyê re xweș kirin.
Îcar ev pevgirêdana nû bû ku, tevî wê dizanibû her heman hikûmeta tirkî ya îro ye ku 8000 milîtanên kurd, ku hin ji wan parlamenter û șaredar, her wiha 46 rojnamevan û nezîkî çelî jî parêzer in şandiye zindanê, cesaret da Sakîne Cansiz ku di rêvekirina Enqerê ya ber bi serokê PKKê de hêviyê bibîne. Ne ew ne jî hevala wê Rojbîn (Fîdan Dogan) dê ne vebûna deriyê xêrê yê vê pêvajoyê ne jî azadiya Kurdistana xwe ya xweșdivî ku ji bo wê bihayê herî giran dan nebînin.
Îhtimala ku lêpirsîn dûdirêj û dijwar be, bi taybetî jî heke mirov bixwaze xwe bighîne kesên li paș vê cinayetê yên ku emir dane pir e. Heta niha, wê derfeta girtina kesekî da. Ev kes mirovekî bi eslê xwe tirk û ji malbateke nêzîkî tevgera rastê tûj ê nijadperest e. Ew li Tirkiyeyê tevlî kuștina bisedan kuștinên siyasî bûye, êrîșa li hemberî papa Jean Paul II û êrîșên li dijî Ermeniyan li fransayê jî wê kirine.
Tawanbar, Omer Guneyê ku fransî û almanî dizane
Tawanbar, Omer Guneyê ku fransî û almanî dizane, bi saya xizmeta xwe ya wergerê, serê salekê ye bihêsanî karibû bikeve nava hin komeleyên nêzîkî PKKê, ku endamên wan karkirên koçber ên sade ne. Bi vî awayî xwe gîhandiye heta radeya ku bi Sakîne Cansiz re here Birêvebiriya polîs ku wexta qerta wê ya rûniștinê dirêj bike.
Îdareya jiyana vî “bêkar”ê ku, li gorî şadetiya hevalê wî yê malê, karibûye bibe xwediyê nêzîkî çel bedlî û gelek telefonên destî, gelek rêwîtiyên wî yên Tirkiye û Almanyayê, tu șik û gumanê li ser nahêlin ku ew kesekî biserê xwe be û li ser hisabê xwe tevbigere an jî ji PKKê veqetiya be û ji bo hisabekî navxwe tiștekî wiha bike.
Ev șebekeyên tarî ku Tirk weke “Dewleta kûr” binav dikin
Lêpirsîn divê rolê rastî yê vî tawanbarî yê di van kuștinan de eșkere bike, bikir an bikirên van cinayetên wahșî, tevger û fermanderên wan derxe holê. Awayê kirinê diyar dike ku kesên li paș vî karî ne dikarin teyrebazên îstixbarata tirkî yên ku dixwazin pêvajoya diyalogê ya ku ji alî hikûmetê ve hatiye destpêkirin sabote bikin bin.
Ev șebekeyên tarî ku Tirk ji wan re dibêjin “Dewleta kûr” gelek caran zanibûne weke milîtanên rastê tûj, milîtanên çepê tûj jî bikar bînin ku êrîșan pêk bînin û hikûmetên siwîl bêîstiqrar bikin.
Di rewșeke wiha de, tercîha Parîsê dê ne hêsan be. Jixwe Fransa, ji ber helwesta xwe ya pirsa naskirina jenosîda Ermeniyan û hezkirina xwedêgiravî ji kurdan, di nav van derûdorên nijadperest de weke “antîtirk” tê dîtin.
Weke me di nimûneya Mihemed Elî Agca, kirdarê êrîșa li dijî papa ya di 1981ê de jî dît ev tûndrew ceza dikșînin û yên wan dahf didin jî bi hosteyî șopa xwe winda dikin. Em hêvî dikin ku edaleta fransî ji bo herkesî bibe nimûne.
*Kendal Nezan, serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê
Kendal Nezan,* Le Monde, 29.01.2013
Wergera ji fransî: Yakub Karademir