Serrûpel Nûçe Endamê MÎT di weşana zindî de her tişt got

Endamê MÎT di weşana zindî de her tişt got

Belav bike
Endamê MÎTê (Teşkîlata Îstixbarata Tirkiyê) Murad Şahîn, piştî daxuyaniyên ku dabûn rojnameya Yenî Ozgur Politikayê, îcar jî derkete ser ekranên Nûçe Tv’yê. Di weşana zindî de Murad Şahîn, pirsên pêşkêşvan Bakî Gul bersivandin.
Di weşanê de endamê MÎTê Şahîn, behsa serpêhatiya xwe a ku çawa bûye endamê MÎTê, bi kîjan endaman re xebitiye, çawa xwestine ku wî bikarbînin, bi awakî eşkere vegot.
Murad Şahîn, di bernameyê de qala bersûcê qetlîama li Parîsê Omer Guney jî dike. Li ser ekranê dibêje ku, li Enqerê endamekî MÎTê ez li otogarê pêşwazî kirim û birime maleke ku aîda MÎTê bû. Li wira jina bi navê kod “Teyze”, ku ew keseke payebilind a MÎTê bû, sûretê Omer Guney nîşana min da û ji min pirsî, ku ez wî nas dikim  an na. Piştî bûyera li Parîsê, dema ku sûretên Omer Guney eşkere bûn, min seh kir ku ew Omer Guney e.
Di heman bernameyê de Murad Şahîn behsa gellek tiştên din yên balkêş jî dike. Berfirehiya daxuyaniyên Murad Şahîn yên li ser ekranên Nûçe TV.yê li ser vîdyoyê ye.