Serrûpel Nûçe Şiwanî: Artêşa Îraqê ji teqînan berpirs e

Şiwanî: Artêşa Îraqê ji teqînan berpirs e

Belav bike

Xalid Şiwanî, di daxwiyaniyekê de bo Sumeriye News ku di heman demê de serokê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya İraqê ye got: ‘’Lîwaya 12 ya artêşa İraqê nikare li Kerkûkê terorê nehêle bi taybetî li başûrê rojavayê Kerkûkê ku bûye stargeheke terorîstan û ji wir tên karê terorîstî li nav bajêr dikin. Herwiha divê Parlamentoya İraqê fermadeyê Lîwaya 12 vexwîne û lêpirsînê ligel bike.’’

Daxwiyaniya parlamenterê Kurd di demekê de ye ku îro du teqînên bihêz li ber Rêveberiya Giştî ya Polîsên Kerkûkê pêk hatin û di encam de 30 kes hat kuştin û zêdeyî 70 kesî jî birîndar bûn.

Hêjayê gotinê ye hefteyek berê Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm jî ragehandibû ku piştî pêkanîna Hêza Operasyonên Dîcle teqîn li parêzgeha Kerkûkê zêde bûne. Herwiha sê beşên hevwelatiyên Kerkûkê jî artêşa İraqê wek berpirs dibînin ku nikare ewlekariya bajêr biparêze. Bas News