Rojnameya Tarafê, di bin sernivîsa “Tirkiye ji aşîtiya xwe digere” de, pirsgirêka Kurd, ji gellek mirovên naskirî pirsiye û nêrînên wan di vê mijarê de girtine. Ji wan yek jî şanoger û lîstikvana sinemayê a navdar Ayşen Gruda ye. Gruda dibêje, “ez amade me ku biçim şkeftên PKK û wana qaîl bikim.”
Ayşe Gruda pirsa, “li gorî we divê zimanê aşîtiyê çawa be, hûn zimanê ku tê bikaranîn çawa dibînin?” wiha bersivandiye: “… Ev zarokên Kurdan jî berxikê dayik û bavên xwe ne. Ji ber hesabên biçûk, ji herdu aliyan jî mirin çêdibin. Ne bi şer û pevçûnan, li ser masê, bi axaftinê pêwiste pirsgirêk were çareserkirin. Zarokên me hemûyan hene, ev şerekî nepêwist e. Ger ku feydeyeke min wê bigihêje vê pêvajoyê, ez qaîl im ku heta şkeftan biçim. Ez karim biçime şkeftên PKK. Çimkî wana ti tiştî naynine serê min. Wana jî bi fîlmên min mezin bûn. Ez jî di nav fikaran de me ku gelo me çi şaşî di wan fîlman de kir. Ger dewlet peywirekê bide min, ez bêtirs, bi rastî jî bêtirs karim biçime şkeftên wan mirovana û wana qaîl bikim. Ez bawer dikim ku, ez ji wan re çîrokan vebêjim jî wê min guhdarî bikin.”