Serrûpel Nûçe Mîrê Êzdiyan: Ez jiyana Sîmonê garantî dikim

Mîrê Êzdiyan: Ez jiyana Sîmonê garantî dikim

Belav bike

Piştî ku civîn bi dawî bû Mîrê Êzdiyan got: ‘’Wek bersivek bo wan kes û rêxistinên jinan yên ku dibêjin ger Sîmon Dawid bizîvire nav kes û karên xwe dê jiyana wê bikeve metirsiyê, ez jî wan piştrast dikim ku garantiya jiyana Sîmonê dikim û em ê li gor yasayên navneteweyî û Kurdistanê wê biparêzin, û dê jiyana wê jî normal birêve here.

Mîr Tehsîn Beg wiha axifî: ‘’Sîmon keçeke 11 salî ye û çênabe tundûtûjî li beramberî wê bê kirin, herwiha divê jiyana zarokan bê parastin. Vêca wek me got em garantiyê didin û niha malbata Sîmonê jî li benda vegera zaroka xwe ne.’’

Sîmon Dawid keçeke Êzdî ya 11 salî ye û 9-ê meha borî ji aliyê kesekî Misilman bi navê Hesen Nesrullah (20) ve hat revandin û tê îdîakirin ku li xwe mehr kiribe, bavê Sîmonê jî li dadgehê doz vekiriye lê belê heta niha Nesrullah nehatiye girtin. Çalakvanên Kurd jî daxwaza cîbicûhkirina yasana û zîvrandina Sîmonê dikin.

Ev pirsgirêka han jî bû sedem ku berî bi çendeyekî rewenda Kurdên Êzdî li derveyî welat nîgeran bibe û li hinek bajaran xwepêşandanên mezin hatin kirin. Herwiha ji aliyên çendîn kesayetiyên Kurd (Misilman û Êzdî) ve îmze hatin komkirin û ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatin şandin daku tawanbarên vê pirsgirêkê bên dadgehkirin û yasa serwer be. (Bas)