16 pirtûkên Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (Nursî), li Rusyayê, ji aliyê Dadgeha Kaliningrad ve, bi hinceta, “ev pirtûkên radîkal in” hatine qedexekirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a RIA Novosti, dadgehê biryara xwe spartiye rapora edlî a tip. Ji aliyê tipa edlî ve, pirtûkên Seîdê Kurdî, di mijara “psîkolojîk û zimanzanistî” ve hatine lêhûrbûn. Di encama lêhûrbûniyê de, ji bo 14 pirtûkên Rîsale-î Nur û 2 broşûran, raporeke wiha hatiye nivîsandin, “Ev pirtûkana nefreta olî teşwîk dikin û zirarê didin azadiya kesên ku bi Îslamiyetê bawer nakin.” Bi vê hincetê, pirtûk fikaredar hatin qebûl kirin.
Pirtûkên ku wek fikaredar hatine dîtin, di mala bersûcekî de hatine girtin. Dadgeha Kaliningrad, xwe sparte biryara Dadgeha Bilind a Rusya, ku di sala 2008 an de, rêxistinên Nurciyan qedexe kiribûn, di derheqê bersûcê ku pirtûk di malê de hatine girtin de, “endamê rêxistina îlegal e” doz hatiye vekirin û bi vê hincetê wê were darizandin.
Bi vê biryarê, pirtûkên Seîdê Kurdî, li temamî Rusya ketine nav lîsteya pirtûkên qedexekirî.