Serrûpel Nûçe Rapor: “Hikumet piştgiriyê dide çeteyan”

Rapor: “Hikumet piştgiriyê dide çeteyan”

Belav bike

Meclîsa Jina a BDPê, li ser dijwarbûna êrîşên komên çete yên li Rojava, li navçeya Rihayê li Serêkaniya Bakur (Ceylanpinar) qasî mehekê lêkolîn kirin û di encama lêkolînên xwe de, raporeke ku ji 35 rûpelan pêk tê weşandin. Di vê bergehê de, bi gellek sazî û kesên ku li Rojava koça Serêkaniya Bakur kirine re jî hevdîtin pêk anîne.
Di raporê de tê destnîşankirin ku, siyaseta hikumeta AKPê a li dijî Suriyê, gengeşiya li herêmê her ku çûye zêdetir kiriye. Ligel Tirkiyê, welatên wek Erebistana Siûdî û Qatarê, peywira, hêzên mixalif rêxistinkirin girtine ser xwe. Tê îfadekirin ku, li hemberî rêvebiriyên xwe avakirinê yên Kurdên Rojava, hikumeta AKPê siyaseta xwe guherandiye û li hemberî Kurdan, komên çete destek kirine û ew komên çete biçek kirine.
Di raporê de tê diyar kirin ku, endamên komên çete, pirr bi rehetî sînor derbas dikin û li nav Serêkaniya Bakur digerin.
Rapor nîşan dide ku, piştî şerê li Serêkaniya Başûr a ku di 8ê Mijdara 2012 an de, di navbera hêzên Esed û hêzên Artêşa Azad de destpêkir, Serêkaniya Başûr 5 caran hatiye bombebarandin û li ser vê koça mezin destpê kiriye. Gellek kesên ku koça Serêkaniya Bakur kirine, li konbajarê Telhamut hatine bicih kirin. Hin kes jî çûne ba xizmên xwe, yên li bajar û navçeyên nêzik. Dîsa qasî 6 hezar kesên ku koçber bûne, li Serêkaniya Bakur, li malan, kargehan û malên şînê yên aîda şaredariyê hatine bicih kirin.     
Di raporê de hatiye îfade kirin ku, kesên koça Bakur kirine, ji wan jê ji % 90 Kurd in û saziyên dewlet û qeymeqamtî, naxwazin alîkariya Kurdên Rojava bikin û dilgiraniyê dikin.