Serrûpel Nûçe “Divê pêwîstiya nexweşên me bi derve nemîne“

“Divê pêwîstiya nexweşên me bi derve nemîne“

Belav bike


Di merasima vekirina nexweşxaneya PAR ku, nexweşxaneyeke sektora teybet e, hijmareke berprsên hizbî û hikûmî, konsulên welatên biyanî yên li Hewlêrê, waliyê Hewlêrê û waliyê Kerkûkê û himareke bazirgan û karsazan amadebûn, Dirbas Kosret Resûl serokê nexweşxaneyê peyvek pêşkeş kir û got ku, nexweşxaneya PAR ji 120 qerewêleyan pêk tê û dê di derceya yekem de xizmeta malbatên şehîdan bike.


Wezîrê saxlemiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê jî div ê merasimê de peyvek pêşkeş kir û got ku, ev nexweşxaneye bi stnardên  cîhanî û bi nûtirîn amêr hatiye avakirin.

Wezîrê saxlemiyê got:

– Giringîdan bi sektora saxlemiyê stûneke serke a siyseta hikûmeta herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta herêma Kurdistanê lê dixebite ku, bi hevkarî digek serktora taybet warê sexlemiyê bigihîne qonaxeke pêşkeftî.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasima vekirina nexweşxaneya PAR a taybet de peyvek pêşkeş kir û got ku, çend sal beriya nuha wî neşdarî di danan kevirê binegîn yê vê nexweşxaneyê de kiribû.

Nêçîrvan Barzanî got:

– Ev nexweşxaneya me îro li Hewlêrê vekirî dê xizmetên mezin pêşkeşî xelkê Kurdistanê bike. Ya îro min li vir  di warê amêrên pêşkeftî, kadiroyên bi şiyan û karker û di warê îdarî de dîtî gelek rêkûpêke. Gelek giringe ev pirojeye berdewam be, ji ber ku, li gor tecrûbeya me gelek karên baş tên kirin, lê neberdewamiya wan pirojeyan wisa dike ku ew bên jibîr kirin. Gelek caran nexweşxaneyên mezin û bi dîzayîn p standardên cîhanî ava dikin, lê belê ji ber ku giringî bi berdwambûna wan nahête dan, rastî arîşe û probleman din.