Serrûpel Nûçe Ji bo azadiya Ocalan îlan dane The Guardianê

Ji bo azadiya Ocalan îlan dane The Guardianê

Belav bike

Navên ku li cîhanê, her yek di qada xwe de bi navûdeng in, wek Antonio Negrî, David Graeber, Noam Chomsky, Immanuel Wallerstein, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê berê Hans-Kristof von Sponeck, Rêberê tevgera siyasî a Baskê yê di girtîgehê de Arnaldo Otegî, Abdullah Peşêw, Şêrkê Bêkes û Vedat Turkalî, ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, îmze avêtine îlana ku dane rojnameya The Guardian, ku li cîhanê ev rojnameya herî zêde tê şopandin û bi bandor e.
Rojnameya The Guardian, li Îngiltere rojnameya herî cidî û xwedan prestîj e. The Guardian, li Îngiltere û cîhanê xwedan 250 hezar tîraj e.
Di îlana ku îro di The Guardianê de hatiye weşandin de, tê diyarkirin, bona ku Ocalan baştir karibe rista xwe a aşîtiyê bilîze, pêwiste bê berdan û ji bo çareseriya Kurd û Tirk, hebûna Ocalan wek jêneveger tê bilêvkirin. Dîsa di teksta îlanê de tê îfadekirin ku, di 15ê Reşema 1999 an de, bi şêweyekî ku pîvanên navneteweyî hatine binpê kirin, Ocalan hatiye revandin. Bi taybet hatiye nivîsandin ku, piştî 14 salan îro zêdetir pirsgirêka Kurd di rojevê de cihê xwe digre.