Exxon Mobil li Herêma Kurdistanê dimîne
Lê belê Tillerson ne tenê Malikî di heman demê de ligel berpirsên Herêma Kurdistanê jî civiya. Di vê çarçoveyê de meha borî Rex Tillerson li Swîsreyê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya û tekez kir ku dê şirketa wî li ser karê xwe yê veberhênanê li Herêma Kurdistanê berdewam be.
Hatina şirketa Exxon Mobil a Herêma Kurdistanê girîng bû bo pêşketina sektora petrolê ya Kurdistanê û bandora wê hebû, jiber vê pêngavê wiha kir daku çendîn şirketên din ên mezin yên warê petrolê ligel berpirsên hikûmeta Kurdistanê protokolan îmze bikin bo derxistin û veberhênana petrolê, ji wan jî şirketa Total a Fransa, Gazprom Neft a Rûsya û Chevron a Emerîkayê.
Aramî û asayişa Herêma Kurdistanê
Kurdistan herêmeke aram e, karkirin lê asan e û hikûmet jî hevkar e. Di demekê de ku karkirin li başûrê İraqê ne wiha ye, ji ber di warê ewlekarî û asayişê de hîç garantiyek nîne. Ji vêna jî zêdetir hikûmeta İraqê rolekî erênî nabîne bo wêya şirketên biyanî berê xwe bidin İraqê û hevkar bin bo pêşxistina jêrxana aborî ya vî welatê wêran. Vêna jî wiha kiriye ji bo kar û veberhênanê şirketên cîhanî Kurdistanê hilbijêrin, ne navçeyên din ên İraqê wek başûrê welêt.
Otonomî di warê petrolê de
Di beşeke din a raporta Reutersê de wiha hatiye nivîsîn; Herêma Kurdistanê di çend salên borî de corekî otonomiyê di warê enerjiyê de bidest xistiye. Lewra jî ev pêşketina warê petrolê ya herêmê berdewam dibe, eger şirketa Exxon Mobîl jî ji Kurdistanê vekişe û berê xwe bide başûrê İraqê.
Di vê derbarê de pisporek dibêje: ‘’Îmzekirina girêbestê ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Exxon Mobil ve pêngaveke mezin a di berjewendiya Kurdistanê de bû, lê ji wê demê ve gelek tişt hatine guhertin û di warê enerjiyê de niha Kurdistanê corekî serbixweyiyê wergirtiye.’’
Di raporta Reutersê de wiha tê gotin: ‘’Di warê petrol û gazê de Kurdistan herêmeke dewlemand e, lewra li wê herêmê çendîn şirket kar dikin û geleke din jî dixwazin ji bo veberhênanê herin Herêma Kurdistanê. Lê niha tişta axaftin li ser tê kirin ew e, Herêma Kurdistanê çawa rêyekê bibîne daku petrola xwe bişîne derve, ne wek wêya ka gelo dikare petrolê derbixe yan na.’’
Herêma Kurdistanê êdî li benda Bexda namîne
Heta niha petrola Kurdistanê bi rêya boriyên petrolê bi derve hatiye şandin, ku di jêr kontrola hikûmeta Bexdayê ye, lê belê şandina vê petrolê ji meha borî ve hatiye rawestandin, ji ber Bexda ne amade ye pereyê wan şirketan bide ku di warê petrolê de li Herêma Kurdistanê kar dikin.
Li gor Reutersê, berpirsên Herêma Kurdistanê êdî qet naxwazin li hêviya Bexdayê bin, lewra herêmê dest bi şandina petrola xav bo Tirkiyê kiriye û li beramber jî berhemê parzênkirî werdigire. Rast e ev bazirganiya han kêm e, lê belê nîşaneke bo gehiştina armanc û dahatûyeke mezin. Di vê derbarê de jî pisporek dibêje: ‘’Kurdistan di warê petrol û gazê de gehiştiye qonaxekê ku êdî qet venagere. Êdî qet hikûmeta Kurdistanê piştgiriya siyaseta merkezî ya di warê petrol û gazê de nake.’’
Peywendiyên navbera Hewlêr û Enqere
Di hundirê 12 mehên borî de peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê têkçûne, lê belê di heman demê de peywendiyên navbera Hewlêr û Enqerê gehiştine astekî bilind. Dîplomatekî nêzîkê rûniştinên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê jî dibêje: ‘’Rêkeftineke gelekî mezin di navbera Hewlêr û Enqerê de tê mohr kirin-rêkeftinek ku hemû warên cuda li xwe bigire.’’
Li gor dîplomatan, ev rêkeftinnameya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê warên cuda li xwe digire, êdî ji derxistina petrolê li Herêma Kurdistanê ji aliyê şirketên Tirkiyê ve bigire heta digihe şandina derve ya petrol û gaza Kurdistanê bo Tirkiye û herwiha bazarên derve jî. Ev rêkeftin di berjewendiya herdu aliyan de ye, jiber dibe sedem ku êdî Kurdistan careke din pişta xwe bi Bexdayê ve girênede û êdî qet pêdiviya Tirkiyê jî bi petrol û gaza Komara Îslamî ya Îranê û Rûsya nemîne.
Serbixweyî di dahat-hatinê de
Reuters qala wê yekê dike ku şandina petrola herêmê bo derve ji bo Kurdan û hikûmeta Kurdistanê dibe serkeftineke gelekî mezin, jiber hikûmeta herêmê pereyên petrol û gaza xwe ya firotî werdigire û bi vêna jî tenê çavkaniya dahata wê dê ne ji sedî 17-ê butçeya giştî ya İraqê be. Di vê derbarê de jî dîplomatek dibêje: ‘’Demekê ku Kurdistan gehişte vê qonaxê êdî guherankarî bi ser hemû tiştekî de tê.’’
Robin Melz yek ji pisporên şirketa rawêjkariyê Manarco ye û dibêje: ‘’Em wiha hesab bikin ku hikûmeta Kurdistanê rojane 1 milyon bermîl petrol dişîne derve. Dahata vê 1 milyon bermîl petrol gelekî ji wê zêdetir e, ku niha wek beşa butçeya xwe ji hikûmeta navendî werdigire.’’
Derbarê xwezaya peywendiyên navbera Hewlêr û Enqerê de jî, berpirsekî bilind ê hikûmeta Kurdistanê dibêje: ‘’Bandoreke mezin a Tirkiyê li ser pêşketina warê aborî yê herêmê heye, lê belê dema me jî dest bi şandina petrol û gazê bo derve kir, wê demê hemû tiştek tê guhertin û peywendiyên navbera me hevseng dibin.’’
Reuters behsa wê yekê dike ku hikûmeta Tirkiyê jî bi xwestek kar bo pêşketina peywendiyên navbera welatê xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Misteşarê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê Salahattin Çimen jî wiha dibêje: ‘’Hevahengiya navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê di mesela şandina petrol û gazê de bo bazarên derve dibe sedema bihêzkirina wan peywendiyên ku di navbera me de hene.’’ (BAS News)