Serrûpel Nûçe îdia Osman Ocalan: Demîrtaş niha li Qendîlê ye

îdia Osman Ocalan: Demîrtaş niha li Qendîlê ye

Belav bike

Li gorî nûçeya rojnameya Bugunê, nûçegîhana rojnameyê Serbest Ozden, çû mala Osman Ocalanê ku kîlometrekê dûra Hewlêrê ye û ji malbatê re bû mêvan.
Osman Ocalan di derhêqê pêvajoya Îmraliyê de fikrên xwe anîne ziman û îdiayeke balkêş avêtiye holê. Osman Ocalan îdia kiriye ku brayê Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş Nurettîn Demîrtaş, ku berê serokê DTPê bû, piştî leşkeriya xwe, ji siyasetê vekişiyaye û niha li çiya ye.
Osman Ocalan wiha gotiye: “… Gultan kare zêdetir Qendîlê guhdarî bike. Nurettînê ku brayê Selahattîn Demîrtaş e, niha li çiya ye. Serokê berê yê partiya legal bû. Çiya, dikare li ser van navan bibandor be. Dibe ku hikumet jî ji ber vê di nav endîşeyê de be…”
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş ev îdiaya red kiriye û diyar kiriye ku, brayê wî li Hewlêrê, li cem malbateke Êlihî dimîne û bi bazirganiyê re mijul dibe.