Serrûpel Nûçe Kêfa min ji van kesan re nayê

Kêfa min ji van kesan re nayê

Belav bike

Kesên dema ku tu diaxifî, li te guhdarî nakin û li te nanêrin.

 

Kesên dema ku li te guhdarî dikin jî tenê armanca wan ewe tu axaftina xwe biqedînî ji bo ku ew biaxifin.

 

Kesên derewan dikin û te weke ehmeqekî li hember xwe dibînin, texmîn dikin ku wan derewan bawer dikî.

 

Kesên te dixapînin û wê xapandinê ji xwe re weke serkeftinekê dibînin.

 

Kesên dostanî, dilsozî û xweşewîstiya te xerab bikartînin.

 

Kesên ji bo çend berjewendiyan û bêbawerî di nava partiyekê de ne û weke ku rast be wê partiyê diparêzin.

 

Kesên ku ji xwe re her tiştî helal û ji yên din her tiştî heram dibînin.

 

Kesên ku her demê li bendê ne zerarekî bigihînin te û kêmasî yan jî şaşîtiyeke te bibînin.

 

Kesên ku dersên rojnamevaniyê didin lê tiştekî jê fêm nakin.

 

Kesên dema ku li ser xwarinê rûdinin û nizanin têr bixun.

 

Kesên ku mailekê ji te re dişînin bi dehan mail di nav wê de hene (Ez yekser davêjim)

 

Kesên ku şerabê heta ku serxweş dibin vedixun û piştre jî vedireşin û derdorê gemarî dikin.

 

Kesên ku pir dirêj bi telefonê deng dikin û nayê bîra wan ku belkî karekî te hebe.

 

Jin û zilamên ku bêhna xwêdanê ji wan were û neyê bîra wan ku xwe „Deo“ bikin.

 

Jinên ku pir xwe makyaj dikin û ew makyaj li ser rûyê wan dibe mîna qalibekî, bi serde jî xwe pir diecibînin.

 

Jinên ku weke mêran tevdigerin, weke mêran dimeşin û ji jinekê bêhtir otorîteya mêr di xwe de dibînin, pê nahesin-qebûl nakin ku jin in.

 

Mêrên ku weke jinan dimeşin, weke jinan tevdigerin.

 

Û kesên ku bi te re diçin kafêteryayekê, pereyên wan ji yên te zêdetir bin jî, her demê li bendê ne ku tu pereyê qehweya wan bidî.

 

Bila niha evqas be, dibe ku lîste dirêjtir bibe.