Serrûpel Nûçe “Em bi nasnameya xwe azad in“ (vîdyo)

“Em bi nasnameya xwe azad in“ (vîdyo)

Belav bike
Di doza bingehîn a KCKê de, bi biryareke navber a dadgehê, di nav de Şaredarê berê yê Yenîşehîra Amedê Firat Anli jî heye, 10 girtî hatine serbest berdan. Vê sibê seet di 06.00 an de 8 girtî ji girtîgeha tîpa D a Amedê derketin. Kesên ji girtîgehê derketin ji aliyê Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr û gellek welatî û BDPyiyan ve hatine pêşwazîkirin.
Firat Anli, li pêşberî girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê û got, “Heyf e ku dîsa bêhiquqî para me ketiye. Me bi hevalên xwe re nêzika 4 salane ku heyameke bi zehmet li pey xwe hîştiye. Ji bo me grîngiya berdêlên şexsî ku em didin tine ye. A grîng ev e ku ev berdêlana ji bo jiyaneke baştir bibin bingeh. Hîn bi hejmareke zêdetir hevalên me li girtîgehan tên girtin. Heta ku ev rewşa bidome, em nikarin xwe azad hîs bikin. Heta ku li ser vê erdnîgariyê em zimanê xwe, nasnama xwe û çanda xwe nejîn, em xwe azad hîs nakin. Bona ku ev pêvajoya destpêkirî bigihêje qonaxeke pêş, pêwiste em dest bidine hev û bi vê berpirsyariyê  jiyana xwe a bê bidomînin.”