Serrûpel Magazîn Jin bû bû mêr

Jin bû bû mêr

Belav bike

Bi navê xwe yê berê Nîl Erkoçlar, bi operasyoneke cerahî zayendiya xwe guhert û bû jina bi navê Yagmur Erkoçlar. Lîstikvana sînemayê Erkoçlar, bi ameliyatê memikên xwe girtin û lebatê mêritiyê (penîs) ji xwe zêde kir.
Yagmur Erkoçlar hestên xwe wiha îfade dike, “min ferq kir ku keçik xweşiya min derin, wek zilamekî. Lê ez bi xwe jin bûm, bedena jinekê li ser min bû. Ev tiştekî zor zehmet e. Mîna xeletiyeke îmalatê. Carê bifikirin, tu ji jinan hez dikiye, kêfa te bi wan têye lê ambalaja te jin e. Îcar tu jineke bedew î jî. Lê ez ne hevezayend bûm. Ez ne lezbiyen bûm jî. Her tim min dixwest ku ji wê bedena xwe a jin bifilitim. Min xwest ez wê bedenê biqelişînim û xwe bigihînime azadiya xwe.”
Nîla berê û Yagmura niha, di zarokatiya xwe de dest bi lîstikvaniyê kiriye. Destpêkê di gellek fîlmên reklaman de lîstiye û niha di rêzefîlman de dilîze. Yagmur 26 sali ye û bi mêrbûna xwe niha gellekî xweşhal e.