Serrûpel Nûçe Ev serokê dewletekê ye

Ev serokê dewletekê ye

Belav bike
Jîna Serokdewletê Uruguayê Jose Alberto Mujica, a mutewazî mirovan matmayî dihêle. Ev serokdewlet e lê, bi jiyana xwe a sade û dilnizm, ku li ti welatan ne pêkan e mirov bibîne, cudatiya xwe derdixîne pêş. Jose Alberto Mujica, rêberê Amerîkaya Latîn yê herî feqîr û dilnizm e. Tenê serweta wî tirimbêleke ku wek “kûsî” tê zanîn a 1987 model e.
Mujica, gerîlayekî berê ye. Di sala 2010 an de, di hilbijartina serokatiyê de ji % 50 zêdetirî dengan girt û bû Serokdewletê Uruguay.
Jose Alberto Mujica, di jiyana xwe a rojane de, bi cilûbêrgên xwe, xwarin û vexwarina xwe, jîngeh û tirimbêla xwe, xulasa di her qonaxa jiyanê de, bi dilnizmiya xwe ew serokdewletekî herî cuda û mustesna ye.