Nivîskar û çîroknivîsê Kurd Pîr Ristem di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên YPK îhanek û sûkayetî bi wî kirine.
Ristem ku ji rojavayê Kurdistanê bajarê Efrînê ye û li Nahiya Cindêrisê niştecih e, got tiştê ku hêzên asayîşê anîn serê wî bi heman şêweyî rêjîma Baas jî dianî serê wî.
Ristem got asayîşa YPG teror li dijî wî bikar anîn.
Sedema vê yekê jî li gora ku Pîr Ristem dibêje ew ku ew neke greva şermezarkirina girtina serokê PKK Ocalan.
Di 15 vê mehê de li Cindirês nêzîkî Efrînê Pîr Ristem ji aliyê çekdarên PYD ve hat girtin.
Weke tê zanîn PYD li rojavayê Kurdistanê ji milet xwest ku di roja bîranîna girtina serokê PKK Ocalan de her kes bikeve grevê. Pîr Ristem ev daxwaza wan bi cih neanîbû.Ji aliyê xwe ve Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ev kiryara Asayîşa PYD bi tundî şermezar kir.
Li hinek rûpelên weke Facebook û Twitterê de hate nivîsandin ku Pîr Ristem ji ber kiryarên PYD terka welat dike û dixwaze biçe li welatekî din, li derveyî Kurdistanê iltîca bike û bibe penaber.
Weke tê zanîn Pîr Ristem nivîskarekî naskirî ye û gelek berhemên wî yên edebî bi zimanê kurdî û erebî hene.
Çivîkên Beravêtî- 1990
Û hin berhemên din.
Hêjayî gotinê ye ku ew ji ber bîr û baweriyên xwe yên siyasî demekê di zindanên rejîma Baas de jî maye.
AVESTA KURD