Serrûpel Nûçe Li Pakistanê êrîşek li dijî Şîiyan pêk hat

Li Pakistanê êrîşek li dijî Şîiyan pêk hat

Belav bike

Li Karaçiya Pakistanê, danê êvarê li ser hev 2 teqîn pêk hatine. Li herêma bi navê Abbas a ku herî zêde Şîî lê dijîn, di encama teqînan de 35 kesan jiyana xwe wenda kirine û dîsa 70 kesî zêdetir jî brîndar hene.
Piştî bûyerê, gellek ambulans û tîmên rizgarkirinê herikîne cihê bûyerê.
Konseya Şîiyan a Karaçî, li ser êrîşa dij Şîiyan daxuyaniyek daye û êrîş şermezar kiriye. Li Karaçiyê 3 rojan Şîiyên neçine ser kar û barên xwe û wê derabeyên dukanên xwe venekin.
Dîsa 2 hefta berê, li bajarê Pakistanê Ketta, li dijî Şîiyan êriş pêk hatibû û di wê êrîşê de 89 kesan jiyana xwe wenda kiribûn. 

AVESTA KURD