Serrûpel Nûçe Rojnamevanê DIHA ew daye Namik Durukan

Rojnamevanê DIHA ew daye Namik Durukan

Belav bike

Ev demek bû belavkirina notên wê diyalogê de ji aliyê rojnamevan Namik Durukan ve di rojnameya tirkî Milliyet de, bû sedema tevliheviyeke siyasî li Tirkiyê.

BDP qebûl kir ku 2 endamên meclîsa partiyê û kesekî ku di beşê medyayê de kar dikirin ji BDP hatin derxistin.

Bi vî awahî BDP dawî li wê gotûbêjê anî, ka gelo kê ew name dane medya.

Rauf Kocaman û Resul Baykara, ji meclîsa partiyê hatin dûrxistin.  Ali Özgüç jî partiyê hate avêtin.

Niha jî pirs ev e: Menesta derxistina nameya Ocalan çi bû, kî li piştê vê yekê heye?

Nameya Ocalan çawa hate belavkirin?

Dema ku ji bo civîna meclîsa partiyê bêhvedanek hate dayîn, Ali Özgüç kopiyek ji xwe re derxistiye ji bo ku bixwîne, rojnamevan Alper Atalay fotoya wan kişandiye, Özgüç destûr daye wî ku fotoyan bikişîne.

Alper Atalay rojnamevanê DIHA bû (Dicle Haber Ajansi), ew jî ji kar hate avêtin.

AVESTA KURD