Serrûpel Nûçe Îsraîl lêborîn ji Tirkiyê xwest

Îsraîl lêborîn ji Tirkiyê xwest

Belav bike

Serokwezîrê Îsraîl Benyamîn Netanyahu, ji ber êrîşa Marmaraya Şîn – Mavî Marmara” bi têlefonê ji Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan lêborîn xwest.
Erdogan lêborîna Netanyahu qebûl kiriye û gotiye ku, “li ser navê gelê xwe, ez lêborîna we qebûl dikim.”
Netanyahu qebûl kiriye ku, kesên di êrîşa Marmaraya Şîn de jiyana xwe ji dest dane, Îsraîl wê tezmînatê bide malbatên qurbaniyan.
Di sala 2010 an de, keştiya bi navê Marmaraya Şîn, bona ku alîkariyê bigihîne Filistîniyan ber bi Filistînê ve rê girt. Di nav behrê de keştî rasta êrîşa Îsraîl hat û di encamê de ji aliyê Îsraîl ve 11 kes hatin kuştin. Piştî vê bûyerê, têkiliyên di navbera Tirkiye û Îsraîl de ketibû rewşeke xirab.
Lêborîna Îsraîl, di rojên ku Obama li Îsraîl bû hat û bi navbeynkariya Obama pêk hatiye. Dema ku Netanyahu di têlefonê de bi Erdogan re diaxifî û lêborîn dixwest, Obama li cem Netanyahu bûye û li ser daxwaziya wî ev pêngava pêk hatiye. Têlefona di navbera Netanyahu û Erdogan, qasî nîv seetê dewam kiriye û Obama jî beşdarî axaftinê bûye.

AVESTA KURD