Serrûpel Nûçe Tevlî Newroza Amedê bû hezar heqaret xwarin

Tevlî Newroza Amedê bû hezar heqaret xwarin

Belav bike

Stranbêjê Laz Niyazî Koyıncu, di Newroza Amedê de daweta Komîteya Amadekariyê a Newrozê qebûl kiribû û di pîrozbahiyê de derketibû ser dikê. Li hemberî 2 mîlyon kesî stranên xwe, ku di nav de bi zimanê Lazkî jî stran hebûn, gotin. Stranbêj, ji aliyê Amediyan ve bi coş hatibû pêşwazîkirin lê ji aliyê din rewş xira bû; rasta heqaret û tehdîtan hat.
Çima ku Niyazî Koyuncu tevlî Newroza Amedê bû, ji aliyê nijadperestan ve di çapemeniya civakî de rasta heqaret û tehdîtan hat. Niyazî Koyuncu li ser ew rexneyên tund û heqaretwarî, li ser ekranên A Haberê hestên xwe wiha anîne ziman: “Ev cara ewil e ku beşdarî newrozê bûm. Gelê Amedê ez hembêz kirim. Min bi zimanê xwe stran gotin. Ez rasta heqaretan hatim. Ez wana şermezar dikim û ji wan re dibêjim heyf ji we re. Ez bi huner re mijul dibim. Ez bi çavekî mirovî li her rûdana ku li welatê min pêk tê dinêrim, ne bi çavekî siyasî. Dema ku ez bi çavekî mirovî li rûdanan dinêrim, ez li hemberî bertekên li Sinopê, bêtehemulî û lîncê eciz dibim û ditirsim. Dema ku bona newrozê ez hatim vexwendin, bêteredût min qebûl kir. Her çiqas dema ku ez li ser dikê bûm, çend caran hatime suîstimalkirin jî, ji ber ku ez beşdarî newrozê bûme, ez bextewar im. Li vî welatî bes xwîn rijiya. Bona ku xwîn raweste ez ê her hewldanê destek bikim. Welatê min, welatekî ku herkes wê karibe ligel hev bijî ye. Ez wek kesekî Behra Reş li wir bûm, min bi zimanê xwe stran gotin. Wana jî ez hembêz kirim. Qelebelixeke pirr zêde hebû. Ez hinekî bi kelecan bûm. Di çapemeniya civakî de peyamên piştgirî û yên ku heqaretan dikin ji min re tên şandin. Li ser navê wan ez şerm dikim. Heqaret ne welatê xwe hezkirin e.”
Niyazî Koyuncu, brayê stranbêjê navdar yê ku di sala 2005 an de wefat kir Kazim Koyuncu ye.

AVESTA KURD