Serrûpel Nûçe Obama CIA’yê emaneta wê dike

Obama CIA’yê emaneta wê dike

Belav bike

Julia Pierson dibe Seroka CIA’yê. Serokê Amerîka Barack Obama eşkere kiriye ku, wê Şefa Personel a Serwîsa Veşartî a Amerîka bîne serê rêxistina îstixbaratê a Amerîka CIA’yê. 

Ger ku ev pêk bê, di dîroka CIA’yê de cara yekê jineke bibe Seroka saziyê. CIA, di sala 1865 an de ji aliyê serokê efsanewî Abraham Lincoln ve hatiye damezrandin. Heta niha jin nebûne serokê CIA’yê. 
Obama pesna Julia Pierson daye û ji bo wê gotiye ku, “Pierson di warê îdarekirina saziyê de jêhatiye û ev 30 sale ku her roj bi rihekî fedakar û bi îstikrar ji her zilam û jina ku di saziyê de dixebite re bûye mînak.” 
Li gorî makezagona Amerîka, ne hewceye ku senato bipejirîne. Erka serokê Amerîka a rasterast tayîn kirina serokê servîsa veşartî heye. 
Nêzika 3 hezar û 500 sîxurên taybet yên CIA’yê hene. Peywira CIA’yê a herî sereke, parastina serokê Amerîka û malbata wî ye. Dîsa li hemû cîhanê parastina karbidestên Amerîkî jî li ser milê sîxurên CIA’yê ne. 
Serokê CIA’yê David Petraeus, ji ber ku têkiliya wî a bi nivîskara ku jiyana wî dinivîsî re eşkere bû, mecbûr mabû ku îstifa bike. 

AVESTA KURD