Serrûpel Nûçe “Bratiya îslamê Kurd xapandin e“

“Bratiya îslamê Kurd xapandin e“

Belav bike

Civakzanê ku bi salan li ser mijara Kurd xebitiye û ji bo vê berdêlên gran dane, ku kêmtir 17 salên xwe di zindanan de derbas kirine, Îsmaîl Beşîkçî, bi Turey Kose re hevpeyvînek çêkir. Beşîkçî di hevpeyvînê de balê dikişîne mijarên grîng. Bi kurtasî gotinên Beşîkçî wiha ne:
– Komisyona Mirovên Aqilmend a ku serokwezîr difikire, li ber xwe birêvebirina Kurdan, perwerdehiya bi ziman Kurdî û pêşeroja xwe bi xwe diyarkirina Kurdan wê bibe asteng. Ji bo vê jî dixwaze endamên komisyonê bi xwe hilbijêre. Berî komisyoneke wiha, pêwiste nêvenga aşîtiyê li Tirkiyê peyda bibe. Serokwezîr, ji bo gelê Filistînê çi dixwaze, divê ji bo Kurdan jî heman maf û azadiyan bixwaze.
– Ji bo hikumeta AKPê a grîng, xwe vekişandina gerîla a dersînorê Tirkiyê ye. Ji bo Kurdan jî a grîng mafên xwe yên miletbûnê bidestxistin e.
– Herî kêm pêwiste Kurd federasyonê bixwazin. Gelo çima PKK, Ocalan, Qendîl, BDP û Ewrupa federasyonê naxwazin, ev mijareke pêwiste bigirî ber çavan. Li Rojhilata Navîn 40 mîlyon Kurd dijîn. Dewleteke cuda di rojevê de ye.
– Di mijara aşîtiyê de hêviyên serokwezîr û yên Kurdan ji hev cuda ne. Serokwezîr ji aşîtiyê, xwe vekişandina dersînor a gerîla fêm dike. Li gorî serokwezîr bilî vê ti pirsgirêk tine ne. Kurd jî bona maf û azadiya xwe bidestxistinê dibêjin aşîtî. Armanca serokwezîr pergala serokatiyê avakirin e.
– Ez nikarim bibêjim hêviya min xurt e. Di navbera civaka Kurd û Tirkan de ji hev dûr ketin dewam dike û kûr dibe. Sedema vê jî dewlet e.
– Sloganên wek, “bratiya hezar salî a Îslamiyetê”, “li Çanakale me bi hev re şer kir”, “me komar mil bi mil dayîna hev ava kir”, “bratiya Elewî-Sunî-Îslamê, “yekîtiya Îslamê” û “mîsaki milî”  sloganên dewleta Tirk a înkarker, asîmilasyonker, nijadperset, dagirker û têgeha senteza Tirk-Îslamê ne. Dibe ku bikaranîna Ocalan a van sloganana dewletê rehet bike lê ti maf û azadiyan ji Kurdan re nade qezençkirin. Bratiya Îslamiyetê sloganeke ku pê Kurdan dixapînin e. Ji Îttihad û Terakkiyê vir ve deshilatdariya Tirk her tim bi vê sloganê Kurd xapandin e. Niha Ocalan vê sloganê bilêv dike. Lê ne pêkan e ku tiştekî wisa pêk were.
– Divê BDP bi serê xwe bibe aktorê vê pêvajoyê. Tenê name birin û hanîn bes nake. Hevdîtinên bi MÎTê re şaşiyek e. MÎT rêxistineke ewlehiyê ye. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkeke ewlehiyê, pirsgirêkeke siyasî ye.
– Ocalan kesekî girtî ye û hevdîtinên wî şaşiyek e. Pêwiste hevdîtin ji aliyê BDP û saziyn sivîl yên Kurd ve bêne kirin. Li Hîndistanê dema ku Gandî têdikoşa, rayedarekî Îngiliz dixwaze bi Gandî re bipeyive. Gandî qebûl nake. Di serî de Ocalan, pêwiste Kurdên li Ewrupa, Qendîl, BDP, KCK divê di vê warê de hişyar bin.  
– Dema ku Mandela di girtîgehê de bû got ku, bi Konseya Netewî a Efrîkayê re hevdîtinan bikin. Ocalan pêwiste BDPê nîşan bide. Divê BDP bibe aktor.

AVESTA KURD