Serrûpel Magazîn Tina Turnera 73 salî dizewice

Tina Turnera 73 salî dizewice

Belav bike

Stranbêja Amerîkî Tîna Turner careke din dizewice. Turnera 73 salî, bi zavayê 53 salî re wê di demek kin de bizewice. Stranbêja efsanewî Tîna Turner, bi hevalê xwe yê berê û muzîkjen Erwin Bach re wê li Swîsre mehrê bibire.
Ji bo merasîma dawetê, ji beşdarvanan hatiye xwestin ku, bila herkes bi kincên spî tevlî daweta wan bibin.
Stranbêj navdar Tîna Turner hestên xwe wiha anîne ziman, “ez ticara ewqas bextewar nebûbûm. Em ê dawetê, di mehên biharê de li welatê zava li Swîsreyê bikin. Li nêzika bajarê Zurîhê, li kêleka golekê lidarbixînin.”
Tîna Turner, di salên 1970 an de ji hevjînê xwe yê berê  Ike Turner veqetiyabû.

AVESTA KURD