Serrûpel Nûçe Li zindanê hawara Dayik Elfo a 79 salî

Li zindanê hawara Dayik Elfo a 79 salî

Belav bike

Dayik Elfo (Elfo Urper) di sala 2005 an de li ser reya Şirnex û Êlihê tê girtin. Bi hinceta “endama rêxistinê ye” 6 sal û 3 meh, “li ser navê rêxistinê teqemenî veguhestiye” jî 12 sal û 6 meh cezayê hepsê xwariye. Ew 7 sal û 9 meh in ku li zindanê tê girtin.
Dayik Elfo’ya 79 salî, nexweşiya tansiyona bilind û romatîzma dikişîne. Bi tena serê xwe nikare hewcehiyên xwe yên bingehîn bicih bîne. Sala borî ji destê xwe emeliyet bûye û nikare cilên xwe jî bişo.
Ji bo azadiya Dayik Elfo, bi pêşengiya Parlementera Êlihê Ayla Akat Ata û parêzerê wê Nurî Mehmedoglu kampanya îmze komkirinê hate destpêkirin. Di heftekî de 8 hezar îmze hatiye komkirin.
Parêzer Nurî Mehmedoglu radigihîne ku, di Îlona 2012 an de ji bo berdana Dayik Elfo serî li Serokomarê Tirkiyê dane lê ti bersiv ji wan negirtine. Di Reşema 2013 an de vê carê serî li Wezîrê Dadê dane. Ji Wezareta Dadê jî hîn bersiv negirtine. 
Dayik Elfo Urper, bi reya parêzer bang li rayedaran dike ku, ew naxwaze li girtîgehê jiyana xwe bi dawî bike. Dixwaze li mala xwe, di nav malbata xwe rojên xwe yên dawiyê temam bike.
Ji bo beşdarbûna kampanyaya îmzeyê a ji bo Dayik Elfo, navnîşana înternetê wiha ye: http:imza.la/elfo

AVESTA KURD