Serrûpel Nûçe Piştî 21 salan vedigere Amedê

Piştî 21 salan vedigere Amedê

Belav bike

Udjenê navdar yê Ermen Yervant Bostanci, vedigere ser xaka xwe a ku li wira hatiye dinyayî û li wira mezin bûye. Yervant Bostanci, di sala 1992 an de li Amedê veqetiyabû û pêşiyê çûbû Stenbolê, dûra jî berê xwe dabû Amerîka. Piştî 21 salan, hunermendê naskirî biryar girtiye ku vegere Amedê.
Yervant Bostanci, ligel Ermenîkî, bi zimanê Kurdî û Tirkî jî stranan dibêje. Hunermendê 55 salî, diyar dike ku, di biryara vegerîna wî de banga Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr roleke sereke lîstiye. Yervant wiha dibêje: “Ez ê bibime Ermeniyê yekem yê ku guh da banga Baydemîr û vegeriya Amedê. Di meha Hezîranê de ez ê vegerime welatê xwe yê wek canê min. Ez ê vegerime Ameda xwe a ku ez lê hatime dinyayê û mezin bûm.”
Yervant Bostanci, li Los Angelesa Amerîka li gazinoya derkete ser dikê. Bi uda xwe, ligel Ermenîkî, bi Kurdî û Tirkî jî stran gotin. Li ser vê ji aliyê diasporaya Ermeniyan ve hate şermezarkirin. Ji wî re tê gotin ku, “tu Ermeniyî, çima bi Kurdî û Tirkî stranan dibêjî.”
Yervant Bostanci guh nedaye rexneyên diasporaya Ermeniyan û bi 3 zimanan stranên xwe her tim îcra kirine.
Yervant Bostanci dibêje, “ez li Amerîka bextewar nebûm. Mirov pêwiste li ser xaka ku hatiye dinyayî koça dawiyê bike. Ez jî bona ku li ser xaka xwe bimirim vedigerim.”

AVESTA KURD