Serrûpel Nûçe Erogan behsa eyaleta Kurdistanê kir

Erogan behsa eyaleta Kurdistanê kir

Belav bike


Duh Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan tevlî bernameya hevpar a Kanal D û CNN Turk ê bû. Erdogan bersiva pirsên rojnamevan Taha Akyol, Enes Berberoglu, Hande Firat û hakan Çelîk da.

Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku Tirkiyeyekî bihêz divê qet ji sîstema eyaleta netirse. Erdogan di vê derbarê de wiha got: “Sîstema eyaletan wê pêşketinan bi xwe re bêne. Ev jî nîşana bihêzbûnê ye. Di dema Osmaniyan de jî Eyaleta Lazîstan û Kurdistanê hebû. Li aliyekî MHP dibêje em berdewama Osmaniyan in, lê li aliyekî jî li dijî pêkanîn Osmaniyan derdikeve.”

Recep Tayîp Erdogan diyar kir ku divê ji sîstema eyaletan netirsin û wiha got: “Divê Tirkiyeyekî bihêz qet ji sîstema eyaletan netirse. Hûn dikarin vê çêkerê di nava sîstema eyaletan de biparêzin. Em behsa aborî û demokrasiyekî bihêz li Tirkiyê dikin.”

Erdogan derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê de diyar kir ku sedî 70-80 piştgirî heye û wiha got: “Ez û hevalên xwe pêvajoyê serkeftî dibînin. Ez bawer dikim ev pêşketin bi çapemeniyê jî çêdibe û wê berdewam jî bike. Ez bawer dikim ger şaşitiyên berê dûbare nebin, wê serkeftin bidomin. Hemû rêxistin dibêjin, ‘Vê yekê biqedînin.’ Li başûr û rojhilatê Anadolu sedî 70-80’ê piştgiriyê didin pêvajoyê. “

Serokwezîr derbarê ‘Efûya Giştî’ de jî diyar kir ku di bernameya wan de tiştekî behsa efûyê bike nîne.

Erdogan destnîşan kir ku aliyên dixwazin pêvajoyê sabote bikin hene û wiha pêdeçû: “Li vir du serdêr pir giring in. Li hundir û derve yên dixwazin vê proveke bikin hene… Emê li hemberî vê hemû tedbîran wergirin. Neberdana çekan dibe tengezariyan dirûst bike. Di rewşek ku yên çekdar derbas bibin de, dibe pirsgirêkên hiqûqî jî derbikevin. Em di hundirê dewletekî hiqûqî de ne… Ew baş rêya çûyîn û hatinê dizanin.”

Tayîp Erdogan derbarê berdana çekan a gerîlayên PKK’ê de jî wiha got: “Yê biçe, bila çekên xwe berdin … Wê berdin û biçin. Berevajî dibe provakasyon çêbibin. Bingehên ji bo amadekirinên yasayî ne derveyî destûra bingehîn e… Ger derbasî bakurê Iraqê bibin, wê li wir çek bên berdan. Di pêvajoya Osloyê de, yê mexdûr, misteşarê MİT’ê (Hakan Fîdan) û em in. Ez dûbare destûrê nadim Osloyekî nû…”

Tayîp Erdogan destnîşan kir ku di nava sînorên Tirkiyê de derdorê 1500-2000 PKKyî hene û wiha got: “Belkî biçin Îran û Sûriyeyê. Aramiya welatê min giring e.”

Serokwezîrê Tirkiyê derbarê peywendiyên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî wiha got: “Bakurê Iraqê di meseleya berdana çekan de dikare çi têkariyan bike? Malikî destûr neda Wezîrê Enerjiyê biçe bakurê Iraqê (Werger: Herêma Kurdistanê)… Li gor yasaya Iraqê, nîva petrola Iraqê ya bakûrê Iraqê ye. Iraqê çima alîkariyekî wiha ji bo me kir. Dixwaze valehiya xwe ya li bakurê Iraqê bi me dagre. Em ligel wan ketin peywendiyên ji bo îmzekirina peymanan. Ti xalekî destûrî nîne ku li pêşiya van peymanan bibe asteng. Xeteke me ya boriyê heye, belkî boriyekî din jî bê dirûstkirin. Ji bo em vê bêxin di pratîkê de, rêveberiya bakurê Iraqê jî maf heye ku para xwe wergire.” Rûdaw